bêdenge ewî ke karbedeste

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  662 Dîtin
bêdenge ewî ke karbedeste
herçî ke lêkewt weten pereste
petayek heye şemekey nawe
ke car be carê kewte em nawe
herçî ebînî pijim û hûřîye
dûzeley lûtî tûře tûřîye
êsta... ew petayeye
demaẍ germî ew nîmçe tayeye
małwêranyekey her be kurd biřa
be diłpakî xoy pêy çû be quřa
be çawî xoman dîman tefre bû
be aşkira day be gurgan xwardû
êsta ne baman dîwe ne baran
ew sewdayeye û komełî yaran
hendê le bedîy xoyan der ekirên
ebne agir û le koz heł egřên
derbestî kes û kar nîn leber qîn
ełên bisûtê û êmeşî tya bîn
ke kewtîşewe ser îş bêdenge
çon ser’ekewê qewmêk bem řenge
bo nîyabetîş zor kes le pêşa
ehate meydan xoy heł ekêşa