şans be kurdî «tal’î» nawe
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
890 Dîtin
şans be kurdî «tal’î» nawe
le tebî’etî çêrg xulqawe
pyawê pyawî dî gurc hełdefřê
keçî le dewrî kerê egeřê
zorî wa heye ker lew çaktire
be mistecoyê barebertire
ew barîş naba û leqeyş lê eda
řexne nagîrê le karî xuda
dinya ke nawî yayey gewreye
syasetekey hemû tefreye
le hîçe yekê berz ekatewe
eybate ewcî jûr wiłatewe
nazanê kewa em serxistine
lew berzîyewe le piř xistine
heta le beriztir bikewête xwarê
dyare ke estoy eşkê be carê
hendê çişt heye çake le laman
dwayî le destî dêyne el’eman
zor çişt le pêşda xirap dyare
keçî le paşa bo dyar, yare
bizanîn emcar çon ebê boman
ewe goř ewîş meydanêkî pan