biçye ser liqê û le bin da bîbřî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  706 Dîtin
biçye ser liqê û le bin da bîbřî
dyare mil şikan boxot ekřî
dêytewe dîman ke lew serewe
wek řêbwar, zirkî kał mekerewe
ke to etewê legełman bijît
nabê nařewa pyawman bikujît
bo me’aş ḧeqî mîllet efroşî
lêkewtî laman najît bexoşî
bawkit le beheşt derçû bo genim
to şile exoy eçye cehenim
ke gel bo îşî xoy toy hełbijard
tozawî mebe bo tozkałê ard
çunku çaw be çaw ekewêtewe
nawî bednawît lê nabêtewe
ke dêyne meydan xo hełdekêşîn
le hemû qewmê zyatir be kêşîn
keçî be hîçe hemû mil keçîn
bo swaxî qesrî aẍa wek geçîn
caran «bay’» bû «’eyb» qelbî «bî’» bû
êsta ḧefseman le feḧis derçû
emane hemûy bo weznî şî’re
watey piřupûç le şa’îr megre