bo feyz û řeḧmet şerit îstî’dade

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  705 Dîtin
bo feyz û řeḧmet şerit îstî’dade
qabîlyetîş behrey xwadade
gezo be pelkî bîyewe tałe
leser darmazû hengiwînî qałe
baranî nîsan le derya barî
le naw sedefda bû be mirwarî
keçî le deşta gujałk eřwê
lafaw pyaw eba le pirdî kełwê
bem řenge herçî siruştî bede
bo zyankarî sedî newede
tecrebe zorî taqî kirdewe
bedxû destî bû kewte kirdewe
«îynّe alْئیینسەانە leyetْẍey» waye
ewweł sûreye fermûdey xwaye
ême bo bêgar be îstî’dadîn
çunke perwerdey cewr û bêdadîn
fîr’ewnêkî wayn mûsaman bo hat
neytiwanî bend bê sûkê boy hełat
herwek «papaẍan» qur’an exwênîn
le pêstî gurga wek meř enwênîn
yarîyek dahatwe bo destey serkar
pê le cewała řaken bo ser şar