le naw karxaney çerxî eflaka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  604 Dîtin
le naw karxaney çerxî eflaka
hîç benyademê lewî tir naka
heye dirêje wek ’ûçî ’eneq
her le xoyewe dête meḧelleq
takû «neřnayîş» hewsarî eka
day’emirkênê, nayełê řaka
«kułeweybab»y wayşiman dête naw
sîfet û qafyey wek yeke tewaw
hendêkî tirîş heye canme
herçî lêy pirsî her nazanme
dû firîştey berz harût û marût
xistimane çałî babil be cût cût
bon ke emangut be feřengî bon
bew boneweye be řeng bû ne bon
hî wayşiman hebû desî eweşand
leser serqapê diłî erencand
emane kamyan wekû yektirîn
ta bibne na’îb le beryan mirîn
dest le karî xwa nedeyn çaktire
her biłêyn berbûk le bûk cwantire
ay bo ew çawey kał debêtewe
be giryan berew mał ebêtewe