zor kesim dîwe ḧez le goşt naka
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
983 Dîtin
zor kesim dîwe ḧez le goşt naka
heyşe dujmine legeł cêy paka
hendêk nawêrin mirîşk ser biřn
heyşe be zorî kuştin exuřn
... eygut boye eqçênim zelam
lingefirtêkey zor xoşe le lam
dewłetyar eygut ke şeř kewte naw
perêzit pak bê le dirwêney pyaw
emane modey dîmuqratî bû
boye wa řûman le nehatî bû
êstake kuştin bawî nemawe
tałan û biřo û qirp û çirp bawe
herçî destî bû ko ekatewe
gelê kes le xo ko ekatewe
ełên «mehdî» dêt lew wiłatewe
gurg legeł meřa aw exwatewe
mepundar beme kes diłnya bê
em serzemîne emey tya nabê
bełam hî cecał řaste hełsawe
kewtûyne şwên ker be hoy xurmawe
berayî derkewt bira «dubra»ye
bira bezeyî be birada naye