eylûl hat gułzar ay lûl û melûl

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  691 Dîtin
eylûl hat gułzar ay lûl û melûl
gełařêzane û toz û gerdelûl
daxim ew daxe dirextî bê ber
gełay nawerê û wa eybate ser
ewaney kewa berman bo egirin
zistanyan lê hat le serma emirin
ay weyşûmey şûm çende bêbakî
gya û guł emrênê û pêy fereḧnakî
layêk ferteney hewayî hewa
layê serzemîn wa pyaw pyaw exwa
caran her zengî barbar pyawxor bû
êsta medenîş fêr bûn, wa zor bû
ewan zordarin ba biłêyn geř eken
bo muste’merey zortir şeř eken
ey ême boçî wa têk hełeçîn
be bê şîr, wek şêr lepiř hełeçîn
lebatî ewey destî yek bigrîn
le baregay xwa têr bo yek bigrîn
camî’eyêk bîn têkřa ’êraqî
qewmêkî řaqî newek fîraqî
bełku pêkewe be xoşî bijîn
be dûberekî boç bikewîne qîn?!