gewre awî řişt biçûk pêy lê xist

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  787 Dîtin
gewre awî řişt biçûk pêy lê xist
be byanû petyan bo biçûk hełxist
destey hemewend eçûn bo tałan
şwênyan ekewtin xwêřî û mindałan
ewan derdeçûn tałanyan ebird
dway ewan jin û mindałyan egirt
banq hawar eka pare lay mine
boç egeřên lem kun û qujbine
taney hawçeşmî leser çawtane
pêy nabînin em koşk û heywane
dizî milyoner pêy ser’efraze
bo anedze em şeq û gaze
hendê lewaney ke pas edêrin
be ker nawêrin be kurtan şêrin
derdî giranman «partîzanî»ye
em dûberekye le nezanîye
ẍerezî şexsî bê însafîye
řeş her řeş pîşey konî cafîye
ta bo wezîfe pyaw hełnebjêrî
diłnyayîşî baş pê nespêrî
kes le wezîfey xoy emîn nabê
bêstanîş ebê her berełda bê