eyangut caran bo maran gestû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  617 Dîtin
eyangut caran bo maran gestû
tiryak le ’êraq bo şaran eçû
êsta emendey mar tê xizawe
tiryakî maran towî biřawe
bełam tiryakî kêşan bê kêşan
ke be dukełî zor kełî pîşan
zor kes sermestî benge debenge
feqîr û hejar tyaçû bem řenge
bełam bo ême dewr gořawe
nawî sûkîman leser nemawe
xormayêkman bû wişkî mişk mije
ke pêyan egut: xurmay kurdikuje
êsta kurdikuje buwe be zuhdî
birayetyekman bo hatote dî
bełam kurd hênde xurmay xuş ewê
le her şwênê bê şwênî ekewê
tersî kerekey cecał xurmaye
boye emende kurdî le dwaye
gezo be qewmî mûsa dirawe
êsta lem xake bo ême mawe
gezo û doşaw û xurmaman heye
nałey dem tałî îtir ta keye