wiłaxî řesen nawqed barîke

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  685 Dîtin
wiłaxî řesen nawqed barîke
tenge estûr bû bîgre û barî ke
ser be wiłaxî řesen espêrin
bełam be gułebargîr nawêrin
pyaw gya le beheşt bo bargîr bênê
ew debê cûtey xoy bweşênê
bedxû be çakey çakan çak nabê
xwa way kirduwe her debê wabê
le wiłaxî berze eger bîşgilêy
çunke şerîfe estot naşkê lêy
bełam ke le ker kewtîte xwarê
cêyekit deşkê bêguman carê
nakes terbyeşî bidrêtewe
çîtî beqeme zû eçêtewe
çak her eweye xotyan lê ladey
nek řencî xotyan legeł be badey
le çawî pîsîş penaman be xwa
çawî be herçî hełêna eřwa
her paşay baban le ḧeqyan ehat
bewaney egut derçin le wiłat
bihatnayewe le ber kiłołî
ewsaye çawyan zû hełdekołî