tenha be tenha piř le bełaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  636 Dîtin
tenha be tenha piř le bełaye
îqbał «labeqa», «text» textî tyaye
ser dar zor serdar ser dayr eka
naxî zewî «xan» naxin biř eka
mayey henasey jyan ke «ba» bê
ba bołe neka, dam be kebabê
pyawî gwê agir cergî bê kune
tifeng agir dey hewłî bo kune
do û doşaw be naw herdû şîrînin
kafir û keşîş herdû bê dînin
leser řêy «kifrî» yekê kifrî kird
lay xuda û bende ecrî xêrî bird
řemezan seferî be sifir derkird
boye cum’eyan le şemmeda kird
sa were birinc biřince emsał
şame û nokî kon gałe eka, gał
min le silêmanî birdûmete ser
jarawî merge emxene «pişder»
be şekir demyan şîrîn kirawe
çaw lêk nane dan janî nemawe
ezanî ke çon xêrit dêteřê?
nuqtey «x»y labe bîxere ser «řê»