řojû beserçû sibeynê cejne

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  714 Dîtin
řojû beserçû sibeynê cejne
înca teqella bo baławbejne
bo dest darekan qumaşî mumtaz
ey ken be «kostom» eypoşin be naz
way pêwe eřon deqî naşkênin
le pîş çawî xełk xoyan enwênin
xozge tîjî çaw «řontikin» bwaye
eybînî jêr cil çen lekey tyaye
huner ewete jêr bergit pak bê
serberg çawbeste, kirdewet çak bê
tanupoy bergit ke cewr û zor bê
eyka be derdêk ałoşî zor bê
diroyêkyan kird paş şeřî cîhan
’alem esrewê emîn û eman
keçî bombayek peyda bû le piř
le bombay xesfî qarûn be guřtir
çend hawarman kird ke řojî cejnan
matem damenên be şîn û giryan
gwêtan nedaye xiwayş wa be dił xwast
êwey xistote şîwenî be řast
înca gortan bê be şînî gořan
bilawênnewe û biçne gořistan