pêkenîn dwane, yekê hî xoşî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  844 Dîtin
pêkenîn dwane, yekê hî xoşî
ewî tir jarî xefet enoşî
yekêkyan nawî zerdexeneye
ewtir jarxend, wek jar qendeye
giryanîş herwa le dû çişta dê
tengane û katê şînit dête řê
duwemyan şadî û wesłî ’ezîzan
xoşîyekî waye etxate giryan
emane hîçyan bayexyan nîye
ke zû beserçûn kełkyan çîye?
bexoşî taser dił beste, beste
řêy řeza bigre, biřo meweste
ewsa ke kewtye řêy ’eşqî mewla
tałî û şîrînît yeksane le la
eger ewîşt le la girane
diłnewayî dost be hel bizane
dostî yek dił û yek zuban çake
bewe pyaw le xûy bedkar bêbake
dû çişt legeł yek hełkirdyan nabê
«temaḧ» û «ḧurmet» her çend lay şa bê
watey pyawanî kone, dûr le řût
řîşî teme’kar be řeşî nabût!