hendê ke îşî nabeca eken

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  643 Dîtin
hendê ke îşî nabeca eken
bewe exuřn ke ḧaşa eken
wa têgeyştûn ke kes nawêrê
kirdewekeyan leser bijmêrê
nazanin legeł pêyan tiraza
dostî ser sifre eyda be erza
ełên: mast nîye be lêwda dyar bê
ya dar nabiřn dengî mişar bê
bem řenge xoyan tefrey pê exon
tûr û sîr dyarin be qiřqêne û bon
kerwêşk ke enwê çawî ebînê
ke «dyardî»t lêkird, çaw eqûçênê
lay waye ke ew çawî xoy lêk na
çawqûçandinekey ebê be pena
xełk îşî penhan edoznewe
kaẍezî sipî exwênnewe
«cam» ełê: bişkêm, bełam nezřêm
çake û xirape dênewe ser řêm
xwa řêy řastan le kes negořê
baram bo gûrê xoy xiste gořê
mîwey kał janî zigî le dwaye
wek dûgî çewrî ser tełe waye