heng ke le guł û mîwe enîşê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
887 Dîtin
heng ke le guł û mîwe enîşê
be mijîn mayey hengiwîn ekêşê
çizokey jarî tałî têdaye
hengiwînîş wa xwa fermûy şîfaye
eme nimûney ḧałî dinyaye
şîrînî tałî her legełdaye
ademîzadîş zortirî waye
her çakeyekyan bedî le dwaye
heng boye nawî be çake ebrê
ke pêyewe day, ew xoyşî emrê
kaşkî bedkarîş wek ew bwaye
ke pêyewe day xoy bimirdaye
mar ta lêy nedey weznidî nîye
şêr eman eda û pîşey merdîye
bełam dûpişk û hendê le însan
leber qîn nîye, buwe be xûyan
ełên ke şeytan xirapyan eka
xêr!! şeytan hêştir le dwaman naka
ay bo xwapêdaw ke legeł bedkar
le cêy xirape, çake bikate kar