hendêkî wa hen ke be zîndexew

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  799 Dîtin
hendêkî wa hen ke be zîndexew
be xeyał ebne ḧukmidarî şew
hîç nebê nîwey ’umryan be xeyał
xoş řa’ebwêrin be mewqî’ û ḧał
ewaney ke şwên pare ekewn
bew meraqewe şewîş bê xewn
lewlayş ebînî ke kirêkarê
parey ew řojey wergirt êwarê
xorakî kiřî be xêr û be bêr
destî manduwe leser sikî têr
lem dinyada guzeran waye
kê ełê: gêtî asûdey tyaye?
koy ekenewe be «cewał» û «hoř»
nazanin boyan nabrête goř
kirdukoşîyan hemûy tebahe
ewî le gełyan eçê gunahe
emane hemûy wa le pêş çawe
însan le nîsyan dirust kirawe
eger nebwaye be firamoşî
bo kokirdinewe kê têdekoşî?
ełên pêẍember emey fermuwe
pesende boye be gwêda çuwe
«bo dinya bijî webzane namrî
bo ewlaş, emřo řê leber egrî»
feramoşîye cîhan řa’egrê
kê bawer deka beyanî emrê
xwa lezetêkî way dawe be jîn
le laman xoşe keř û kwêrîş bîn
birsî û nexoş û mandûy şeř û şoř
jyan her xoşe heta lêwî goř
binyadem hîçî le yektir naka
wêłn be řêgay xirap û çaka
her kese pîşey xoy lela başe
le naw xomanda «dewen be aşe»
řêyekî waman nedîwetewe
serkewtinî lê bweşêtewe
hîç kes řaberî kes pesend naka
çunku nayanben be řêy řûnaka
herçî řojêkî berkewt bo xoy bû
xoy xwardî û hejar her bawkeřoy bû
hêcgar ke «temwîn» sengî meḧek bû
baye’ begzade û ehalî «lek» bû
meger řawestîn newey xwêndewar
pêbgen ewan bikewne serkar
geskê biden lem têr nexorane
egîne êsta her bixorane
ew bê şermey wa emey kird dwênê
le naw mîlletda çon çaw hełdênê
ełên çaw be çaw ekewêtewe
meger «bê şeref» terîq bêtewe
êmeyş le nûsîn nabê mandû bîn
destî weyskeye û sûjnî połayîn