le kirdewey xwa serim sûř mawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  695 Dîtin
le kirdewey xwa serim sûř mawe
mexlûqî çonî xiste em nawe?!
marî danawe zistan bitezê
be hawînanîş gyandar bigezê
dûpşikî hêna kwêrî bê ḧeya
bê qiřewbiře be xełkewe ba
hendê bałdar hen wek zerdewałe
hîç kes nazanê boçî ’ewdałe
yekêkî tiryan jengesûreye
jarî çizwekey agirî kûreye
heng necîbe bo hengiwîn kełk egrê
ke pêyşyeweday ew bo xoy demrê
gurgî serserî, be geřuguře
le hemû şwênê mêmłî meře
seg bo pişîle, pişîle bo mişk
yektiryan nawê wek mar û dûpişk
emane hemûy yeke be yeke
heçî eřwanî dujminî yeke
hařût û mařût firîştey bałan
kewtine naw ême, êsteş le çałan
wêney gurg û meř zordar û hejar
ew xwên emjê û em dem be hawar
ewî be kełk û bêweye, kere
hem bê zubane, hem barebere