kwêxayî be dest kesê nadrê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  629 Dîtin
kwêxayî be dest kesê nadrê
hemîşe destî le dest hełbiřê
karbedest eger le to bitirsê
dyare nařaste, xwa lêy epirsê
xo bêt û kesê kirdewey řast bê
le kes natirsê sedcar bazxiwast bê
bedbîn û xudbîn her dûk naszan
lay xwa û bende şaystey cezan
pêxawis bew nek pêławit teng bê
bê jin bew newek le małta ceng bê
qerz meke herçend wadet meḧşer bê
diro meke ba tîẍit leser bê
ke hewat berz bê serit şoř ebê
cwanûy bê liẍaw herwa toř ebê
dinya le barê nabrête ser
zistan hetaw û be hawîn sêber
hewł nedey, řwanît wa lêbûytewe
ebê bîçênî ta bîdrûytewe
çawit lewe bê to bîdey be xełk
newek çawleber, bê erk û bê kełk
ke be serdiřî xot nařazî bî
ebê bo qerzî xełk lay qazî bî