kîsey baxełit û kasey hejaran

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  605 Dîtin
kîsey baxełit û kasey hejaran
xałî ke û piř ke ebî be yaran
dû řêt le pêşe le «girdî seywan»
hewarî eman, hewarî aman
wek xak be feyz be, bo hawcinsî xot
xakîş ebête daykî diłsoz bot
ewey mał le xełk be zor esênê
gořewşar hemûy le zik derdênê
co bo feqîr dêt, eydizin eyben
goř waye wek ker, kilk û gwêyan ken
ewaney kûtał le xełk egořn
bê berg û kifin şaystey gořn
êsta dizêtî buwe be huner
nazanim eme çon eçêteser
destibiř ke destî lê heł’ebiřn
řojêkîş ebê destî ebiřn
kêşane beřast emrî quř’ane
êsta be «qepan» qepan qepane
yaxwa ewaney ke sengyan sûke
gurzyan giran bê be «meřnemûke»