hendê kes ke hat norey xoy dest kewt

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  589 Dîtin
hendê kes ke hat norey xoy dest kewt
ebînî sûkê be dara serkewt
ke berz buwewe hênd bê tirs ebê
emende exwa heta qurs ebê
ke qurs bû îtir dar řay nagrê
teqłe lê eda be serengirê
wa çawman lêye ew çî beserhat
keçî lew zyatir ekewne hełat
mêşê le hengiwîn ke pêy gîr ebê
ta dêt mêşî tir lêy şêtgîr ebê
mîwey negeyîw zig eyeşênê
tema’ bo pyawan řûzerdî dênê
wa gewrey dîwan kewtote bijar
lał û pał kewtûn mişk û mar pejar
marî kesîre ke kewte hetaw
hîç aman nada be jin û be pyaw
dermanî jarî mar ke tiryake
êsta be tiryak zor kes hîlake
pişîlebor witî: nemirim bew tîre
min û mişk û cêy ew jinepîre
însan wa nałê çawî natirsê
helî bo hełkewt le hîç napirsê
xwa fermûy: ême emanetîman
hatîn xistimane ser kej û kêwan
hîçyan neyanwîst «îba»yan lê kird
lew lawe însan piřî pya kird