ew kesey ebê be wasîtey xêr
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
919 Dîtin
ew kesey ebê be wasîtey xêr
bo baẍî beheşt ebê be awdêr
beheşt qonaẍî pyawî sexîye
«bexîl» le sayey «tûba» berîye
ewî eybexşê mayey necate
herçî mayewe małî mîrate
sê řoj nakok bî legeł biray dîn
diłit jeng egrê «meḧrûmye» le dîn
’ezîzî qewmit ke hate kizî
desgîrî bike zortir be dizî
pizîşk epirjê le pîr wek «kûre»
be dest xoy nîye to lêy bibûre
ke bełênit da zû becêy bêne
şerit becêhênan, řuknî ayîne
katê be dostî destêkit guşî
ebê bo îşî bedił têkoşî
her xizmê legeł toda nesazê
řastî kerewe be çekuş û gazê
çunku mudara ḧukmî dinyaye
ewî mudaray nebê tenyaye
be pêy ’eqlî xełk le gełyan bidwê
ke gya be heway siruştî eřwê