hendê wek «kerwêşk» xewî diroye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  556 Dîtin
hendê wek «kerwêşk» xewî diroye
hendê wek «řêwî» be çiłuçoye
«kemtyar» bewey pêy dełên çake
qulepêy esmin, niqey bo naka
«tancî» qeladey zîwî bike mil
kerwêşk û řêwît bo exa le gil
segîş be nanê nayełê «dûn»an
be dizî şewan řû bikene małan
wiłax be «alîk» etba beřêwe
xizmetkar bendî xorakî şêwe
eger ewladit baş nekey bexêw
le hemû şwênêk lêt ebê be «xêw»
xwa ke gyan û nan eda be bende
nasînî ewîş be «kerem» bende
kem kes çakeyan wa le pêş çawe
«bednimek» sipłey nawe, bednawe
le pêşda «çeqeł» lenaw şara bûn
«segel» fêłyan kird, ewan boy derçûn
êsta ke be şew, dên delûrênin
segel be «yox, yox» řayan efřênin
em pende kełkî ewe degrê
be bełênî seg baweř nakirê