řecmî şeytanî ḧecî musłiman

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  661 Dîtin
řecmî şeytanî ḧecî musłiman
qewmî yehud û kuştinî haman
ḧedîse ełên: dû ebê be sê
«hîtler» sêyeme, çon exelesê?
«hîtler» nek tenha yehûd betenê
dest herçî kewê pêstî ekenê
xozge şeytan û haman û hîtler
çawman lê ebû ke ekewne şeř
bangiman kirdaye be helel helel
quřquřagey yek hełênin seg gel
şeytan zor kesî le řê wergêřa
hîçyan wek hîtler şeřî negêřa
yekê lewpeřî dinya bedkare
lem peřî dinya be cinêw lêy bare
hendê gunahî ebê be zirê
peykanî tîrî du’a naybiřê
’aqił le karî xuda nezane
«لەا yusْئەەلû ’emّەا yefْ’el» qur’ane
be mêşûleyek nemrûd ekujê
xwênî dinyayek be hîtler eřjê
hendêkîş boye berz ebnewe
ke kewtine xwarê dem ekenewe
nanî delîlî ḧecac ebřê
pêşřewî ḧuştir be ker ebřê!