xozge her kesê ke ḧeftey řaburd
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
841 Dîtin
xozge her kesê ke ḧeftey řaburd
çake û xirapey berawird ekird
têbgeyyaye le kirdewey xoy
bîzanyaye kamyan çake boy?
ewsa exlaqî beşer çak ebû
le řastî yektir diłyan pak ebû
emřo be bêbak wayn le cêgada
sibey bê twêşû, wayn le řêgada
dwênê hetaw bû, emřo sêbere
pênc û dû řojê, pêçî mêzere
le pêş çawmane zirit û zînduwe
ke belada hat řwanît mirduwe
bełam binyadem hênde bê’are
serdenê û eřwa, be bê hewsare
xwa emanetî da be kêw û gird
hîçyan neyan wîst îbayan lê kird
keçî binyadem girtye estoy xoy
wayzanî sûkê ebê be mał boy
êsta ke daway lê ekenewe
milpêçî eka be şîwenewe
nałê em ’umre lam emanete
dest pya girtinî bom xyanete!