hewrî beharî be heřuguře

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  687 Dîtin
hewrî beharî be heřuguře
be taw û û terze tunde û be guře
ke xot lêgirte pena û pasarê
zû beser eçê îtir nabarê
eger řûbeřûy řoyît bê perwa
be tewjimewe beserta eřwa
herçî tenk bê dyare zû edřê
însan estûr bê ewsa epçiřê
«hîtler» le dû la kewte pelamar
ekujê û ekujê bê peřwa wek har
dyare ke dwayî «semendok» ekirê
însanî xwênřêj mergî pê ebřê
dinya be carê buwe be gomî xwên
ewladman eřwa bê ser û bê şwên
bem řenge jyan tamî nemawe
masî jêr deryayş hîlkî biřawe
girmey bomba û top geyye asman
lerzey xiste naw baregay yezdan
katêk zanî ke qînî qehhar
bo tołey xwênî naḧeq kewte kar
řegî załmî le bin derhêna
em şeř û şoře nema le beyna