em şare teslîm çiştê kirawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  731 Dîtin
em şare teslîm çiştê kirawe
be meteł şeş pay dû simî nawe
kilkî le banî piştî řuwawe
ke kilkî bigrî řû le siławe
be her barêka pencet xiste jêr
ebê be ałet bo şeř û bo xêr
xwa fermûyetî řastî hełkêşin
keçî be «keçî» xełk lêy be’êşin
çunke mîzanî ’alem şêwawe
ewîş becarê petî piçřawe
bedkar be zirêy gunah exuřê
boye ke tîrî du’a naybiřê
hîç kes le karî xudayî naga
xoy xwaye û xwayî edate dest ga!
befir milyonê řeq ekatewe
baran bo xezney xoy ebatewe
le batî baran bomba ebarê
«sun»yiş berbote deẍił becarê
becarê dinya bû be mûy zengî
tofanî beła geyye awzengî
bawik ewladî nawete jêr pê
axo bezeyî xuda bo key bê?