bûke barane awî pyadeken

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  878 Dîtin
bûke barane awî pyadeken
înca bo baran řû le xwa deken
xwa hemû sałê bo «kepreşîne»
baran enêrê ełên: ayîne
bo ayîn nîye ew toze awe
burcî asman herwa sûřawe
egîne eger be du’ay «cû» bê
ebê bo «hîtler» mergêkî zû bê
lam waye hîtler nesłî şeytane
bo şeř xułqawe, ’edûy însane
le serzemîn û derya û hewada
be şeř bo beşer bombay hewa da
çend pîr û cwan û mindałî hejar
le gyan kêşanda lêy kewtine hawar
keçî nałeyan te’sîr nanwênê
kwa dadî mezłûm ’erş elerzênê?
ewî be gunah řeş ebêtewe
«tîr» řê le leşya nadozêtewe
wa çake însan hênd gunahkar bê
ke «tîr» neybiřê, le merg řizgar bê