seba ’erzî xilûs û bendegîm û hem du’axwanî

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  1030 Dîtin
seba ’erzî xilûs û bendegîm û hem du’axwanî
bibe bo xizmetî şahî muḧîtî gişt suleymanî
biłê qurbanî to bim ey selaḧeddînî eyîwbî
be zorî pence wek ḧeyder, be sîma yosfî sanî
le dest kafir necatman bû, bîḧemdîllahî welmînne
le sayey dest û tîẍ û hîmmetî to şêrî yezdanî
xudawenda be lutfî xot le çawî bed be dûrî ke
be cahî seyîdî mursel, be řoḧî şahî geylanî
le paş em îḧtîramate, biłê bew şahî dewrane
çi curmêkî heye eḧmedNasnava edebî, ke kirdûte be zîndanî
eger şayed le xizmetta xirapey ew buwe sabît
be lutfî xot ’efûy ke çunke her xot saḧîb îḧsanî
ke curmêkî nîye ta key, le ḧepsa danîşê qurban
le tenhayî le fîkirî çotewe adabî însanî
eger daway kefîlî lê efermûy ḧazre, yaxud
mułk te’mîn eka sed car, be ayîn û be îmanî
heta mirdin, wekû bende, le xizmet şahî kurdistan
ḧeyatî xoy fîda ka bo hemû emrêk û fermanî
min em ḧepsem lela fexre, be şertê serwerî kurdan
le ḧeq em bendeyey xoya, bimênî lutfî caranî
be zatî pakî bê hemta, be nûrî eḧmedî mursel
cenabit swênd edem qurban, be gişt ayatî qur’anî
be lutif û merḧemet em bindeyey xote ’efû fermû
eto serfî nezer fermû, le curim û sehu û nîsyanî
le lutfî to zyatir hîç peyamêkî nîye muxtarNasnava edebî
be karî hîç nehatin dostekanî xizim û xwêşanî