hendê tebî’et wek dûkeł waye
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
962 Dîtin
hendê tebî’et wek dûkeł waye
be gerd û xule û ser le hewaye
hendê sergerdan wek aw şeydaye
berdeł berdîye, řû le beẍdaye
desteyekî tir be tep û giře
pyaw desûtênê, zadey agire
hendê wek dayk diłsoze û çake
etgirête xoy, wek xakî pake
bełam ke xak bê le řêy însana
’adete herçî hełsa pêy pya na
pêsî zîndiwanî besera ekirê
mirdîşî ew le baweşt egrê
êsta emewê têbgem em çware
bo řojî emřo, kamyan be kare?
bawcud herçî min biłêm boşe
herkes etwarî xoy lela xoşe
hemûy le qałbî westayek derçû
«qedْxeleqekumْ ئەەتْûەارا»y fermû
siruştî «hîtler» agirî qudrete
şeytane û lay xełk wa be ḧurmete