demêke yar ke napirsê le ḧałî ’aşiqî zarî
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
864 Dîtin
demêke yar ke napirsê le ḧałî ’aşiqî zarî
le bîrî çotewe çen wexte wa ’ebdî wefadarî
le lam wabû ke yarêkî wefadar û wefacoye
besehwa çûm û nemzanî wehaye řesim û etwarî
egerçî bê wefa û meyle, bełam řoḧ û diłim sed car
be qurbanî nîgahî dîde û lêwî şekerbarî
îtir bo çîme min îman û dîn û mezheb û ayîn
eger destim kewn ḧełqey çelîpay zułfî zunnarî
lelam bê qedre min bonî wenewşe û yasemîn emřo
ke dête ber xeyałim perçemî wek muşkî tatarî
nîşaney xwênî ałî ’aşiqî kujrawî ew yaren
serî pencey ḧenayî û lîbasî sûrî gułnarî
witî eḧmedNasnava edebî le ’îşqa êste wa meşhûre ustadî
temaşa ke çilon birdim diłî zarit be ’eyyarî