řêwî pêstî xoy wergêřêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  796 Dîtin
řêwî pêstî xoy wergêřêtewe
kewłêke serma egêřêtewe
ka, hênd giran bû eçme asman
kakêşî ekem le řêy kakeşan
bo parey «kabîn» çaweřêy «ka» bîn
dyare ke nabê xobîn be xwabîn
’amîlî bê ’îlim, dîdey bê nûre
’îlmî bê ’emel, zînde be goře
ba wicud ’îlmî êsta çeneye
birew û birewî xoş dakeneye!!
nek êsta, dewrey ademîş wabû
bo zoremle, baẍ berełła bû
herwa hatuwe û bew řengeyş eřwa
bêdesełat bî ekewîte dwa
her layek eçî her zordarîye
çarey naçarî derkenarîye
bełam çî dekey legeł ’a’île
ke be nûqteyek bû be ẍa’île
hîcgar mindałêk ke wa exwênê
xwênî twanayî bawkî derdênê
kesîş nazanê boçî dexwênê
lem xwêndineda çî tya ebînê
gwaye hemûyan ebin be me’mûr
bawke cê nema, piř bû derujûr