ew bê destindey ke mał nebexşê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  841 Dîtin
ew bê destindey ke mał nebexşê
kemałî keme, zû pêy elexşê
be mał diłxoş ke le řêy xudada
«mêw» ta neybiřî berî zor nada
be mał dił xoş ke, nek be mał diłxoş
meçore «ke’be», biço ser nexoş
dana witûye: mał çiłkî deste
be nawî çakît pişt beste, beste
ew kesey beser nefsya załe
bo dêwî nefsî řostemî załe
dewłet be diłî xoşewe xoşe
egîne barit qurs eka boşe
ḧuştir le řenca boye nasrewê
bew zilḧortîye dway «ker» ekewê
dełał sendûqî efroşt le bazař
be heřac heřac boy kewtibwe cař
eygut: nawî em sendûqe cwane
bîkřî û neykiřî her peşîmane
ewe meramî jin û mindałe
bûn û nebûnî ’eyşî pê tałe
bê jin û małî û dujminî şeytan
ḧezretî ’îsay birde asman