le şeřî bedkar pişt be xwa beste

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  802 Dîtin
le şeřî bedkar pişt be xwa beste
ewe mebeste, metirse, beste
herçend giftugot bê serupa bê
kes lêt nagrê ke diłit pa bê
dił pîs be amşo «keder» ebestê
hîç derbest nîye ke der ebestê
be îmlay kone «siř» û «ser» biran
«siř» û «ser» her dû pêkewe biřan
destit bibestê, destit ebestî
biłindî nekey ekewye pestî
le êran caran nemam nemam bû
êsta serberzîy nemam temam bû
le dawî xuda û dewłemend geřê
wişk û teř cût û aşî egeřê
hewr girmandî tirsinok toqî
witim: oxey wa qariçk hełtoqî
be twanc ełên dûmełan zołe
xo ewî «zołe» xełat le kołe!
zistan sermay xoy wergeřayewe
řêwîş pêstî xoy wergêřayewe
çeşne «řêwîyek» hatote kaye
řêwî «qemçûẍe» pêstî piř «kaye»
tûlemarî wa řûy kirde «kabe»
marî şêx humer, segî esḧabe