pîrêjin dîsan burcî xoy nwand

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  792 Dîtin
pîrêjin dîsan burcî xoy nwand
towî weyşûmey be çîmen daçand
bełam ba dû řoj befir bibarê
poyley terzeyşî ba bête xwarê
dwayî, dwayî dê wêney ełeman
behar dêt lenwê sewz ebê cîhan
ełên sirkey tîj şûşe eşkênê
mayey xoy be xoy tund eřjênê
pyawî leserxo, xoy xoy ser exa
maynî cirit û firit lepiř ber exa
zorkes fêr bûbûn be kołî xile
ewîş epeřye ser piştî bile
řeḧeyş le dwawe têyan heł’eda
legeł pêş demya eykird be hełda
minîş em hemû şî’rey ke heme
be şî’rî dîwan ekewme geme
kabra ke kesî lê nebû dyar
be bay xoy egut behare behar
êsta ew baye bû be sermaye
ba beharîş bê ełê: sermaye
kingir pêgeyî herçend badare
dû mang pêxorî pyawî hejare
kaşka dûmełan wek em bwaye
xercî ’alem û herzan behaye
bełam dumełan ke ełên zołe
řûy awedanî nîye û le çołe
dîsan qedrî ew zore le laman
zadey zyadeye pesendî zeman