le payîzanda xełk tow deçênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  712 Dîtin
le payîzanda xełk tow deçênê
baranî behar boy deřwênê
towî deẍił û dan hozê ejyênê
towî xirape xêłêk emrênê
ke tînî hetaw daye ser bilûr
giř hełdestênê wek kiłpey tendûr
agir exate řeş û zerd û sûr
sipî bê leke naxate fitûr
eme nimûney siruştî pake
pak le aşûbî dewran bêbake
gułebeřoje řûy le hetawe
bo zor kes sucdey karbedest bawe
guł ta ekewê řû wernagêřê
êre bo kewtû cinêw enêrê
destî lêkewtey naḧeq egrî
ewî ke xoy kewt nabê bigrî
be sê mang sê mang sałêk çwar fesłe
be hemû fesłê, fesił her fesłe
be sûjin lêdan nagate dwayî
destî «wîske»ye û sûjnî połayî
min dadim le dest xwêndewarî bû
wa xwêndewarîş derdî karî bû
serî fesił û feḧis herdûkyan «fê»ye
dwayî her dûkyan ebînî fêye
yarîyekman heye qeła qełaye
genim gird û co biławî tyaye
wa gîpe û keşkek ebeşnewe
nazanîn meclîs key ko ebnewe?