ewî eyewê xoy berz binwênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  740 Dîtin
ewî eyewê xoy berz binwênê
espe darîne milî eşkênê
berzî eweye ke xwa bitdatê
nek mayn çeqeł bitgêřê satê
hendê be sîsirk dengyan xoş eken
le cyatî badam çwale xoş eken
caran pyaw xirap serî şoř ebû
êsta serberze wek kotrî haqû
min ke řûbeřû legeł kes nadûm
herçî hełdestê dełê min haqûm
ke dar hencîrit sûtand, pyawî qoř
zikî dest eka be ba û qořeqoř
ziłifdarekan ke bêkławin
ẍerqî lewatte û ’etir û guławin
milî mindałî xełkî deşkênin
medenîyetyan bewe denwênin
caran eyangut serî řût be çî?
êsta bo ser řût berew pîr deçî
serim suřmawe le karî xwa
xwa, ew xwayeye qel hencîr exwa
êstir ke axî ’eqîmî kêşa
darî bo agirî îbrahîm kêşa
herçend barkêşî wa kiłołîye
bełam bê berî mayey zołîye
ewî ke esłî xoy lê gum bûbê
xo û xwanenase ebê bedxû bê
kiç bo cilî bûk be sat û sewda
legeł destigîran eçê bo beẍda
ełên: ew kiçey kewa şû deka
betirşî şayî xoy bêzû deka
keyfî xoyane min şekirim bo dê
ba ewan biçin bo şar û bo dê