dû cambaz têkřa çûne ser tenaf

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  657 Dîtin
dû cambaz têkřa çûne ser tenaf
legeł yektirda kewtine mesaf
bizanîn kamyan ber debêtewe?
tenafî bextî elerêtewe
ewî ke pîşey tenaf bazîye
eweł hengawî dewłet xwazîye
xo ew babîyey ke berz efřê
her mil şikanî xoy pê ebřê
dinya hengiwîne û ême wek mêşîn
lêy nabînewe hênde be kêşîn
ebînî yekê pêy têgîrawe
hêzî tekan û cûłey nemawe
ême xerîkîn lewîş têpeřîn
xoman be dyarî bo mirdin berîn
min xom lêm bîstûn ehlî medîne
«namusye» yan la popeşmîne
lewê mêşûle nawî «namus»e
le zor cêş namos zimanî lûse
sa boye! lêre wek yek mebzûle
swêndî namûs û gîzey mêşûle
lay caf řeş řeşe û emîş lew hoze
qezay dîzeye wa kewt le goze
«ûەلەا tezîru» ḧukmî nemawe
be aẍa, nanî noker biřawe
her kesê pyawî xoy damezrênê
aşe tendûre şeq eyrûxênê
be babî babî ke ker swar ebê
pyawî bê abřû boye har ebê
min pałtokey xom hełgêřayewe
řê nekewt pêwe bême kayewe
ebînim pałtoy xełkî řeng řenge
wek kuře keçeł wişk û biringe