min xom zistanim boye xoş ewê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  945 Dîtin
min xom zistanim boye xoş ewê
mar û dûpşikî tya dernakewê
’aqił le karî xuda têmawe
mar û dûpşikî boçî danawe
ewey seyre mar dûpişk ebînê
wire ber’eda doş dademênê
pêçî namênê lêy dirêj ebê
le tirsî dûpişk ḧol û gêj ebê
dûpşikîş eřwa ta tewqî serî
pêwey da îtir řoḧî derpeřî
em ’edawetey zîndewerane
hemûy be ḧukmî siřî yezdane
seg bo pişîle, pişîle bo mişk
aw bo agir û agir pûşî wişk
tancî bo kerwêşk, kerwêşk bo bêstan
boye nakokin legeł yek însan
cûcełeyş legeł keçełe ebin
bê mêrat begij yekda heł’eçin
em têk hełçûne û şeř û hełdaye
bo bê ’îlaqe wek sînemaye!
çend xoşe herwa le dûr biřwanî
neçîte nawyan heta etwanî
pałtoy qena’et bikey be berta
lêfey temełî bidey be serta
emma beşertê xeyał perwer bî
le ewcî xulya murẍî tîjpeř bî
qesir û qisur û otombîlit
teyare û esp û textî ser fîlit
hela û helawî telefonit bê
le jin û şeřab taze û konit bê
umî kilsumit be řadyo labê
hîç pêwîstêkî tirit nemabê
bełam ew xemet da’îm le yad bê
axo le paş xot kê be cêt şad bê
bem axewe bî, henaset swar bê
řojî zîndegît be şewî tar bê
ta duktor dênin řoḧit derçûbê
herçî kirabê faydey nebûbê
tabût bot bibê be otombîl
ke çûyte jêr xak damaw û zelîl
lûtit le berdî elḧed bikewê
têdegey cêgay esłîte ewê