le te’rîx pirse ke řaburduwe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  855 Dîtin
le te’rîx pirse ke řaburduwe
her dane berdê cêy merdê buwe
toyş bigeyte ser ew dane berde
şexsî xot le la merdî neberde
bełam be xûyêk ekewye xwarê
ebî be pendî gişt herzekarê
etewê diłit nexeyte lerze
meçore ser ew dendûke berze
le tek kesêka ewa danîştûy
be çaw eybînî û le gełya edûy
ke dûr kewtyewe le pêş çawî ew
ew dîdenîyet la ebê be xew
xo eger dûrî bû be mang û sał
wek dîm û nedîm ebê be xeyał
eme eḧwałî dunyakemane
herçî ke bitbê axrî nemane
keçî pêy xeřoyn ełên ta sere
ca were legeł xełka derbere
çend xoşe însan eme bizanê
her wek sînema le dûr biřwanê
be şî’ir û bade ẍem bida be bad
be dinya biłê: biřo bê binyad
hendê kes be şî’ir seryan e’awsê
sîsirk bonî guł bika, etasê
mir hat lasayî qazî kirdewe
hêlkey zilî kird keçî bûrdewe
êsta payîze û seyran bware
erxiwan sûr bû ełên behare
qewmê qeleřeş bika be pêşřew
řojî wek bałî qel debê be şew
min xom perwerdey dehoł û zořnam
le înce sazî dinya tewellam
bełam hîç wextê legeł zeřey ker
hełkirdim nabê bom naçête ser
êsta wa řêman lê bû be dû řê
yekê bo ’amme, ewî tir bo kê