feza destêke pênc pencey heye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  738 Dîtin
feza destêke pênc pencey heye
ke hate cunbuş wek makîneye
dû pencey bo çaw dûy tirî bo gwê
yekêkîş bo dem ḧukmî dêtecê
pişt be dinyay puşt mebeste zînhar
şewêkî bes bû nadrî nawdar
gewre be ẍirur dête nuşustî
ḧeme paşay caf pyawî xoy kuştî
meḧmiwaẍay sîweyl ew řojey ke mird
noker xwa şikur aẍa řoy bo kird
tersî kerekey cecał xurmaye
boye ke hesta xełkî le dwaye
zistan nanewa hawîn befirkêş
boye napirsê le qewe û le xwêş
ew kesey masî bigrê teř ebê
bîstanewanîş tûşî şeř ebê
bêstan řin gurzî xoy deweşênê
bo zirkê binkê le bin derdênê
zorim dî çakey derbarey xełk bû
ke mird cinêwyan pêda zû be zû
dunya wek mûy qul çerxî geřawe
be şaneşî key her têk aławe
çend xoşe însan perêzî pak bê
le çenduçonî dinya bêbak bê
eskiwê bê le naw dîzey dinyada
kes nebê pencey îclalî bada
herçî wek sirke tund bê û piř le ba
bîkeyte şûşeyş axrî şeq eba
le her aşûbê ’eqłê wergirîn
etwanîn le řêy biłind lêxuřîn
xo eger jêr pêy yektir bitaşîn
destîşman bigirin herwa le paşîn