ewaney dewłet be hîç nagirin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  820 Dîtin
ewaney dewłet be hîç nagirin
be merdî tiřî dinya debiřn
wa bizane hezar ferde tutinit bû
awřit dayewe agirî têberbû
her tûtin nîye ew kiłukoye
dû beşî qirçey naw cergî toye
eger der’ezel hîçit nebwaye
etgut be nebûn hîçim lênaye
bełam to parey beẍdat leser bê
lêreyş tûtneket agirî têberbê
înca biřwane agirî derûnit
řenc be xesarî û derdî nebûnit
dujminîş dełê: debřo gořit bê
ke biřwa boçî małî zorit bê
min serbest ejîm řend û qelender
sewday meb’ûsîm boç kewête ser
ewîş çend řojê sehre û seyyare
be fisxî!! beẍdat le dûr lê dyare
tûtin sûtan û wergeřan yeke
ḧez le ḧemamî zewacil meke
ke bo kewtin bê biłindibûnewe
mefře be heway berzî yek şewe