eger se’atit zor destî lêdey
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1088 Dîtin
eger se’atit zor destî lêdey
axrî têk eçê ebê fiřêy dey
be ser dosta bêy be dyarîyewe
lewe çaktire kîn bişaryewe
ke îşêkit kird zanît xetaye
bigeřêytewe buzurgî tyaye
eger lêbûrdî bê peşîmanî
enca lezetî ’efu dezanî
eger bêy be qîn tołe bistênî
xewî řeḧetî lay xot nabînî
ewe, cinêwit pê degeyenê
kewa cinêwit pê degeyenê
ke dû kes aşt bin be to çaktire
her řojey sifrey laye ḧazre
ke serî hewday wîcdanit berda
em dîw ew dîwit zor dê be serda
ełên: pîrêjin be tefre û mekire
keçî cwanekan kewtûne dewre
burcî pîrêjin hêşta mawye
cwanejin pêşîn bendubawye
eyşizanin cêy kes bewan nadrê
dîsan hewł eden xełk nanî bibřê
ewî be naḧeq nanî xełk ebřê
nengewîstî û tirs bo xoy ekřê
bełam hendê kes na’ehil û bedxûn
xoyan çaweřêy derkirdinî zûn