serma hat bergî hetîwî diřî
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1263 Dîtin
serma hat bergî hetîwî diřî
hewr le xermanî çełtûkî xuřî
emsał natirsim ke lafaw bimba
hîç gwêş nademe fîşałî bomba
min dewrey ḧerbî ’umûmîm dîwe
ewey bitirsê destî biřîwe
boye ḧez ekem baran bibarê
lem bê awîye řisgar bê şarê
hemû le tînwan ax hełdekêşin
hêşta bo małan aw řadekêşin
makîney gewrey elektirîk hat
xwa yar bê nûrî fen kewte wiłat
nan û goşt nirxî kem kirayewe
parey «kîlowat» wek xoy mayewe
bo ḧesḧesane pyaw exnikênin
keçî le masî řesim nasênin
bo mestî tutin epirsinewe
qaçaẍî «masî» ebeşnewe
benî girj xercî hewsar honîne
dezûy xaw tenha bo lerz biřîne
espî bê hewsar zû bê cil ebê
pyaw serbizêw bê estoy şil ebê