emsał întîxab kewte baḧura

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  973 Dîtin
emsał întîxab kewte baḧura
zor kes derûnî agirî tya giřa
awîşman keme bo agir biřî
ewîş hatote ser nore biřî
ax bo mîrawî xawend miruwet
aw û nuwabî bika be nobet
madam hatote ser têkewlêke
yekê têgeyî zor řêk û pêke
çunku bo hendê hînde telaşe
le xizmet zyatir hewłî me’aşe
barê dewłemend neyqozêtewe
sałî hewarê bigwêzêtewe
ya subi’ û řub’î bo karêkî xêr
bibexşê û çawî çwarî lê bê têr
çawê têr nexwa be beşî xêwî
goř waye xakî gořî pê bipêwî
ey ew kesaney be xo denazin
ta demirin ḧesret be nan û pyazin
huner eweye bextî legeł bê
çîmento ebê limî têkeł bê
cewher bo dadî ḧeq bê behaye
be mêrdî nîye zor car be xudaye
min sê řojganey xom pê biřawe
nazanim çîme lem bendubawe?