le şêx û wa’îz û sofî lemewla min kenar egirim

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1209 Dîtin
le şêx û wa’îz û sofî lemewla min kenar egirim
pyałey mey be yadî dîdeyî mestî nîgar egirim
le şewqî bejin û bałay toye ey şoxî perî peyker
le baẍa cê le sayey ’er’er û seru û çinar egirim
xeyałî memkekanî gird û nerimit dête bîrî min
ke wextê piřbeçing lîmo û bey û sêw û henar egirim
xuřey firmêsk û ne’re û fuẍanî xom leber çawe
ke şew min gwê le dengî ne’reyî hewrî behar egirim
witim çakit esîrî ḧełqeyî ew perçeme kirdim
witî şêtî be tay em zułfe min şêrî şikar egirim
be qullapî muje û ḧełqey kemendî zułfî çînçînim
eger bê arezûm bê řostem û esfendyar egirim
îşarey kird biroy ye’nî ke bo qetłî diłî ’aşiq
le piştî çawî yaro cêgeyî sed zulfeqar egirim