bêx û binawanî kurd: kurd

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 11 Xulek  3969 Dîtin

le layen binaẍey kurdewe gelê kes le řojełatînasekan û le zanakanî řojełatîş lêwe dwawin, bełam aya baseke geyênrawete encam be corêkî weha ke be pakkirawî le berdem pyawda day binên yan ne’? řengibê nebûbêt, çunke carê mêjûnûsekanî îslamî û ’ereb her yeke be corê pîşanyan dawin!

seyr ekeyt yekêkî wekû «mes’ûdîKes» demêk ełê: «le beçke dêwekan dewrî silêman pêẍemberin!», demêk ełê: «le paşmawey ew ademîzadanen ke ekiran be xorakî marekanî ser şanî zuḧak!» demêkîş ełê: «le netewey se’se’ey kuřî nizarî kuřî me’dKesn û serçaweyan eçêtewe ser ẍessanîKes!» le layekî tirîşewe ełê: «le netewey esfendyar û menûçhirin!» ke emane fars bûn.

«abin ḧuqilKes» ełê: kurdî kuřî mardî kuřî ’emir!». «teberîKes» û «feyruz abadîKes» bew řêgeyeda çûn: ke goya emane eçnewe ser kurdî kuřî ’emrî muzîqya’. wirde wirde serewjûr ebnewe bo ye’irbî kuřî qeḧtanKes û lewêwe bo samî kuřî nûḧKes! leser qisey emane em wiłatî kurdewarîye ebê çoł û hoł bûbêt ta ew wexte emane le dewruberî pêncised sałêk pêş mîladda çûbin û awayan kirdibêtewe!.

le řojełatînasekan «mînoriskîKes» le «da’irة alim’arf aslamî»da ełê:

dûr nîye qewmî kurd le wextî xoyda le řojełatî êranewe hatbête řojaway û lew şwêneda xoyşî qewmêkî lê bûbêt wekû «karûd» û legeł emane têkław bûbêtin û bûn be yek». her mînoriskî le zimanî řojełatînas «turudangînKes» eygêřêtewe ke goya ew ełê: «le hendê le govarekana çawî be dû parçe lewḧ kewtuwe û wêneyan leser buwe û tarîxyan egeřêtewe bo dûhezar sał pêş mîlad, goya wa pîşan eden ke le wiłatî aşûrda wiłatêk heye pêy ełên «kar-daka» emeş wa pîşan eda ke qewmî kurd lew şwêneda bûn». herweha ełê: «le gêřanewey ’ereb û ermenda wa der’ekewê ke zewî û zarî wiłatî «kardo» zor teng buwe û sinûrî wiłatî «kurdu’în» bo ême betewawî dernakewê, ewende heye sê şar hebûn le dewruberî «dicle» etwanîn be hî ewanî binasîn, wekû «sarîz, sitalka, pinyaka» ke «finîk»y êsteye». le basekey řojełatînas «sitrabu» wa der’ekewê ke wişey «kurdiwa» serdemêk bew kêwane ewtiran ke lebeyn «dyarbekirCih» û «mûşCih»dan.

her cor bêt qewmî «kardixiwî» hebûn, ewende heye wişey «xwî» le şêwey ermenîda bo cem’ bekar hênrawe; ke wa bû «xwî» le ermenîda wekû «kan» le kurdîda waye, way lê dêtewe ye’nî «kurdekan». «kardu» le zimanî aşûrîda be manay behêz û îşkere, le layekî tirîşewe lêk çûn lebeynî ew wişane û wişey «xaldî»da heye, xaldîyekan le zimanî aşûrîyekana pêyan ewtin «urartu» çunke le dewruberî kêwî «araratCih» da’enîşin, ledway hatnî sedey noyemî pêş mîlad, em xaldîyane le ermenyeda hebûn û ḧikûmetêkî behêzyan damezrand û lewaneye ta seretay sedey şeşemî pêş mîlad ledewruberî deryaçey «wan»da jyawin.

qewmî karûd le qewmekanî «samî» bin yan ne, danîştûy řastî wiłatekey xoyan bin yan ne, ewey şikî têda nebê eweye ke wiłatekeyan «kardişo»y kon, nîştimanî em qewmî kurdî êsteye buwe. eger eme řast bêt, ebê ême dan beweda binêyn ke wişey «kurdişoy» legeł wişey «kurd»da le witekeda hawbeşin, emeş lem seretay çerxî bîstemeda derkewtuwe.

dîsan eger carêkî tir seyrî em base bikeyn waman bo der’ekewê ke qewmî kurd legeł xaldîyekana yekin, çunke řojełatînas «řîsk» ełê: «xildî, kurdî, alxild» hemûy legeł wişey «kurdyay» yekin û yek man’ayan heye. beřastî řojełatînas «hibşiman» koşşêkî zorî kirduwe bo ewe ke «kurdirîx - kurdîx» û «kurtîwî» bikatewe be yek, legeł emeşda ew cyawazîye zimanîye ke «harsiman» û «nołdike» dayannawe nabête kosp bo ewe şikłekeyan têkław bê, çunke nołdike her xoy ełê: wişey «kartîway» le luẍetî aramîda û wişey «karsawîye» le ’erebîda emane her dûkyan beserqewmî kurdida ewtirên «hufman».

řojełatînas «sîr sîdnî simîsKes» lejêr nawî «kurdistanî kon»da pakjî basekey ełê:

dûr nîye ew herême ke řojełatekey kerkûke řojawakey şîwî xapûr, lay şîmalî deryaçey wan û lay lay cinûbekeşî wiłatî bable, qewmî «şubar»y lêda nîştibêt ke gelê car sûmrîyekan hendêkî ya hemûyan dagîr ekird, şitêkî wa ber çaw nakewê ke aşnayetî le beynî luẍetî danîştuwanî řasteqîney ew şwêne û luẍetî samî ya arî (hîndu’ewrûpî)da peyda bika, herweha em piçřaney legeł luẍetî sûmermîyekanîşa her heye». le dewruberî 2252y pêş mîlad, hemû kurdistan parçeyek bû le wiłatî «sargun» padşay «akad» wihî cênşînekeşî «aramsîn» bû. le dewrî sêyemî ḧikûmetî «ûr»da le «2300-2150»y pêş mîlad ew beşey kurdistan ke kewtibuwe řojełatî dîclewe wekû herêmî «sîmûr» ke «ałtûn kûprî»ye û dû nawçey «lilbu» ke ḧelwane û «sasru» legeł «urbîllum» ke «hewlêre», le layen em ḧikûmetî ûrewe gelê car leşkirî tê ehênra û wêran ekira.

lebeynî sedey deyem û seretay sedey noyemî pêş mîladda aramîyekan xoyan geyande şîwekanî «xapûr» û hemû wiłatî «xurî» konyan dagîr kird, em wiłate lebeyn sedey çwardeyem û seretay sedey nozdeyemda lejêr çawdêrî aşûrîyekana bû, aşûrîyekan hemûcar leber ewe kurdekan her xerîkî ajawe û hera bûn, beranber bewan çawyan ebřête wiłatekeyan bo ewe bîxene jêr dest xoyan, le bełgekanî sedey 13y pêş mîlad wa der’ekewê ke hîç gobendêk lem herêmeda řûy nedawe tenya ewe nebê ke qewmêk be nawî «paphî»yewe peyda bûn û em naweş heta em dewrî dwayîye be «kurtî» exwênrayewe. hendê kes em nawe legeł nawî «kurd»da be yekêk ezanin, bełam lem axreda bełge dozrawekanî «bo ẍazî koy» wa pîşan eden ke qewmêkî tir hebûn be nawî «papanxî»yewe, dûr nîye em nawe legeł nawî «pançî»da yek bigirnewe û bełam le pêşa be hełe xwênrabêtewe. le nawendî çerxî 13da «ḧîsî»yekan ehatin piřopagendeyan be pêçewaney aşûryekan biław ekirdewe tyaya ser nekewtin.

ebê eweş bizanîn ke xełkî řojełatî kurdistan pabenî şaristanîyetî «şûbarî, kildanî û aşûrî»yekan bûn, emeşman be bełge bazirganî û qeza’îye dozrawekanî dewrî kerkûkda bo der ekewê ke tarîxyan egeřêtewe bo sedey 15 û 16y pêş mîlad her çende hêndê nakokî û dûberekî le beynî danîştiwanî em wiłateda hebû bełam legeł eweş hemûyan le ayîn û komełayetî û řewişt û yasada wekû yek wabûn be řengî şaristanîyetî ḧewzî «dicle» řengyan girtibû.

le bełge aşûryekanewe hî sedey 17,18,19y pêş mîlad wa der’ekewê ke behoy koçkirdinî şe’bî arî «hîndu -awrupî» le řojełatî deryay řeşewe bo herême cinûbîyekan gořanêk beser řojełatî kurdistanda hatuwe lew serdemaneda ke aşûrîyekan řûyan kirdibwe birandinewe gelê car nawî kurd ebînrê betaybetî «gezenefûn» le geřanewekeyda 401y pêş mîlad hemû dem nawyan dênêt.

ew kesey ke eyewê le binawanî kurd û mêjûyan bikołêtewe ebê çawî lew qewmaneş bê ke le kêwekanî kurdistan pêkewe jyawin, wekû kurd, aşûr, turkiman, ermen, mebest be çaw lêbûneweke seyr kirdinyan nîye le layen xwên û řegezewe bełkû timaşa kirdinî ziman û luẍetekeyane eger bem çawewe seyr bikeyn ewe îtir hîç gumanî têda nabê ewe «kardoxî»yane ke «gezenefûn» basyan eka her qewmî kurd bûn û her ewane bûn ke bew core arezûy serbexoyî û azadîyan kirduwe boyeş wayan kirduwe çûnke zimanekeyan serbexo buwe.

lem dewrey dwayîyeda bîr û baweřî ew zanayane ke le luẍetî kurdî ekołnewe betewawî guřa, bełkû ełên: zimanî kurdî we nebê le farsîyewe wergîrabêt ya xud ewebê û têk dirabê, bełkû zimanêkî taybetî û serbexoyîye û her le zemanî konewe hełgîř û dagîřî xoy buwe, çûnke em gelê kuntire lew farsîye kone ke parçe lewḧekey «dara»y pê nûsrawetewe. eger eme řast bêt pêwîste zanakanî tarîxdan bewe dabnên ke zimanî kurdî le sedey şeşemî pêş mîladda hebuwe, newek her buwe bełkû zimanêkî serbexo buwe qewmî kurd le qewmekanî hînd û ewrupîn û lew wextewe ke mîdyekan hatûnete mîdya û farsekan çûnete farsewe emanîş çûnete kurdistanewe. ca eger bikewne ser em baweře lew teng û çełemeye řizgaryan ebê ke biłêyn tarîxêkî tozê nizîk le barî çûne kurd bo kurdistan dway «650»y pêş mîlad buwe, çûnke bełgekanî aşûrî ke tarîxyan bo pêş em tarîxe egeřêtewe lem babetewe hîç basêk naken. herweha ew kesane ke ełên zimanî kurdî zimanî farsîye û dirasatî ’îlmî û basî tarîxî gelê pêçewaney bîr û baweřekeyane.»

le zanakanî kurd xwalêxoşbû «emîn zekî begKes» ełê:

em kurdistane ke nîştimanî ademîzadî dûhem buwe û lewêwe biław bûnetewe be dunyada le berebeyanî tarîxewe qewmekanî zagrosî lê da’enîşt ke pêyan ewtin «lolo» û «gotî» û «kasî» û «xaldî - kaldî» û sûbaru - hûrî» ’îlamîyekan lew peřî řojełatî cinûbî em xakewe da’enîştin leber hendê lêkçûnî şêwey zimanekeyan gelê kes le řojełat nasekan ełên em qewmane hemû le netewey qewqasîn. em şe’bane bêcge le ’îlamîyekan hemûyan ebin be binaẍey qewmî kurd le dewrî «sûmrî» û «akadî» û seretay aşûrîyekanda bizutneweyekî syasî seyryan egêřa.

wa der ekewê lafawî hatnî arîyekan «hîndu’awrûpî» sereta bo kêwekanî zagros û le paşa bo řojełat û řojaway -ke em koç kirdine le seretay sedey dehem û nohemî pêş mîladewe bû bêt- paşmawî danîştiwe řastîyekanî zagros û kurdistanî xistute jêr desełatî xoy û hemûy kirdûn be arî. emane ke serewxiwar bûnewe şe’bî mîdî le hemûyan behêztir bûn çûnke danîştinî seretayan le řojełatî deryay wirmêyewe em desełatey dabûnî, înca le paş ewan qewme arîyekanî tirîş wekû «pars, manay, parsîwî, parit, kardişûy» koçyan kird û hatin. wa der’ekewê tarîxî hatnî qewmî kardişûy gezenefûnKes le «401»y pêş mîlad tûşyan buwe egeřêtewe bo sedey ḧewtemî pêş mîlad «sîr sîdnî simîtKes».

eger em qiseye wa bê ebê biłêyn wekû hendê le zanayan bełge û mêjû ełên - aşnayetîyêkî zor heye le beynî řeçełekî qewmî kurd û şwên û bincî ewełyan û le beyn destey yekemda ke hemû qewmekanî zagrosî pêwîste qewmekanî destey yekem û dûhem binasî, ewa be kurtî basî ekeyn: