şazadey bextyar

Li pirtûka:
Şazadey Bextiyar
Berhema:
Goran (1904-1962)
 23 Xulek  1700 Dîtin

be berzîyekî naw şarewe, beser mîlêkî biłindewe, peykerî şazadey bextyar řawestabû. sertapay leşî be twêjêkî ałtûnî tenk zeřkefit kirabû. le batî dû çawî cûtê pîrozey geş geşî hebû. yaqûtêkî ałî gewreş be miştûy şîrekeyewe edrewşayewe.

beřastî, em peykere pesend û xoşewîstî hemû layek bû : yekêk le endamekanî meclîsî şar, ke eywîst be xwawendî çêj û selîqey hunerîy nawbang derka, eyut:«ewende cwane, ewende cwane, le bakełeşêre cwantire!.» le layekî tirewe, bo ewey xełq be pyawî firmanî bidene qełem, ke řastîyekeşî wa nebû, emeşî exsite ser qisekey: «bełam wenebê kełkêkî zorî pêwe bê!»

jinêkî tengeçîkellaneş be kuřekey ewt ke bo mang egrya: boçî peřoyek le şazadey bextyar danadřî? bizane ew, hergîz, bo hîç şitêk ezûřênê?

pyawêkî nakamîş, ke temaşay em peykere nayabey kird, leber xoyewe witî: sipas ekem, bes nîye dinya hîç nebê emey tyaye ke be tewawî bextyar bê!

minałe bêkesekanî hetîwxaneş ke be kirasî sûr û pêşgirî sipîy pakewe le dergay kiłêsa hatne derê wityan:

-kut û mit ełêy firîşteye!

mamostay řyazîyat hełîdaye:

-be çîda ezanin? xo êwe firîştekan hergîz be çawî xotan nedîwe!

minałekan wełamyan dayewe:

-ay...çen car hatûnete xewman!

mamosta řûy girj kird û bêdeng bû, çunke xewbînînî minałî bedił nebû.

şewêk le şewan peřesêlkeyekî biçkolane beser şarekeda efřî. hawřêkanî şeş hefteyek leweber becêyan hêştibû; çûbûnewe bo mîsir. em leber ewe paş kewtibû ke be tîrî diłdarîy çiłeqamîşêkî şoxî bałaberz giriftar bûbû. le beharêkî zûda, le katêka pepûleyekî zerdî beser awî çemekeda řawnena. tûşî em yare nazdare hatbû. bejnubała barîkekey ewende karî tê kirdibû legeł bînînî, kutupiř, le cêy xoy wişk bûbû. peřesêlke hemîşe eyewê be qełembazêk bigate ewpeřî mebestî xoy. leber ewe yekem qisey legełya eme bû:

-aya etwanim xoşim bwêy?

qamîşeke boy çemayewe: bełê!

îtir le xoşîyana destî kird be bał girtinewe û sûřanewe be dewrî serya. hemû carêk singî exşan le řûy awe mengekey çem, le zîwî tewawe şepolî bo dirust ekird. eme hemû destibazîyek bû ke heta sałî geyandewe be payîz leserî řoyşit.

peřesêlkekanî hawřêy ke emeyan edî leber xoyanewe eyanurtan:

-diłdarîyekî çen bê serupê! dezgîran hem late, hem koşê kesukarî be şwêneweye!...

le řûy řastîşewe çemeke piř bû le qamîş...

ke payîz dahat hawřêkanî peřesêlke hemû dayan le şeqey bał. řoyştin. le paş řoyştinî ewan, zorî pê neçû, emîş kewte hestî beyanî, wirde wirde destî kird be sardibûnewe le yarî nazdar. leber xoyewe eyut: «wirtey le dem dernaye... etirsim afretêkî xopesendî nazfiroşî çawleder bêt...çunke ebînim bo şiney ba zor be arezû xoy ba’edat!»

eme zor řast bû: herçen ba hełî’ekird, qamîşeke lencewlarî here diłgîrî xoy exsite kar. peřesêlke leber xoyewe, leser qise řoyşit «bełam min babayekim geřok... jinekeşim ebê, wekû xom, geştuguzarî pê xoş bê».

le paşana řûy kirde qamîş, witî:

-legełim dêy yan na?...

qamîşeke ewende diłgîrodey mełbendekey xoy bû serî hełtekan: ne’!

peřesêlke qîřanî beserya:

-dyare min zor sûkim lay to! derbest nayeyt le kîst biçim. ke wa bû minîş eřom... eçim bo lay heremekanî mîsir... xwat legeł!

emey wit û day le şeqey bał. be dirêjîy řoj her fiřî, heta şew direngêk, geyşte ser ’astî em şare. leber xoyewe witî: le kwê binîşmewe? to biłêy danîştuwanî şar cêyan bo amade kirdibim? ke temaşay kird, beser mîle berzekewe peykerekey berçaw kewt qirîwanî witî: «lêre enîşmewe, cêgayekî nayab û hewagre». le me’bênî herdû pêy şazadey bextyara lêy nîştewe. ke sirincî girte emdîw û ewdîwî xoy, le diłî xoya witî:«beh ! jûrêkî nûstinî zêřînim heye!» îtir destî kird be xopêçanewe bo çûne xew.

bełam serî kird be jêr bałya û neykird, diłopêkî gewre aw tika beserya. řaçłekî, witî: «çen semereye? pełeyek çîye hewr be asmanewe nîye. estêrekan hemû geş û řûn ecrîwênin. ey em barane le kwêwe dê?...» heway şîmalî ewrûpa çen naxoşe yarî qamîşîş baranî zor lê xoş ehat; eme le xoperestî bewlawe çi nebû! diłopêkî tir kewtewe beserya. be bêzarbûnêkewe witî:«nazanim kełkî peyker ebê çî bê, eger netwanê pyaw le baran biparêzê?... penay kiławřojneyek bidozmewe bo xom lêre gelê çatre.»

bem çeşne biřyarî tewawî da bifřê, biřwa bo layekî tir. bełam le pêş eweda bał bikatewe diłopêkî tirî besera tika. ke serî hełbiřî, çî bibînê? temaşay kird herdû çawî şazadey bextyar piře le firmêsk...

demuçawî şazade le ber mangeşeweke ewende cwan bû, kispe le cigerî peřesêlke hełsa. lêy pirsî:

-pêm nałêy to kêyt?

- şazadey bextyar!

-ey boçî egrîyt? xo minit betewawî le aw hełkêşa!

peykereke wełamî dayewe:

-ew serdemey gyanim lebera bû, diłî goştînî ademîzad le qefesî singima bû, nem’ezanî firmêsk çîye. çunke le koşke cwanekey san sawsî ejyam, ke xefet řayey nakewê pêy tê binê. be dirêjîy řoj le baẍçey koşka, legeł berdestekanim, be yarî û gołmez řam’ebward. ke êwareşim lê ehat le sałonî gewre destim ekird be dans heta dway nîweşew... be çwardewrî koşk û baẍçekeda şûrayek kêşrabû le dîwarî berz. hergîz be bîrma nedehat bipirsim lewdîw em dîwaranewe çî heye û çî nîye. herçîm le dewrupişt bû ewende xoş bû, ewende cwan bû, ewende tewaw bû: berdestekanim pêyan ewtim şazadey bextyar! beřastîş, eger (bexoşî jyan) cêgay bextyarî bigrêtewe, heta biłêy bextyar bûm... bem çeşne jyam û bem çeşne mirdim...êsta, ke mirdûm, hatûn lem cêga berze peykeryan damezrandûm; bo ewey bitwanim herçî kiłołî û kwêrewerî le şarekemaye be çawî xom, be’asanî, temaşay kem. emca, egerçî êsta diłim le quřquşim dirust kirawe, dîsanewe xom pê nagîrê le giryan.

ke şazadey bextyar witî diłim le quřquşme, peřesêlke le diłî xoya witî: «çon?... hemû leşî le ałtûnî řût nîye?» bełam ewende nîhadî pak bû, neyewîst em bîrey xoy be dengî berz bida be řûya.

peykereke be dengêkî nizmî şîrînî piř le awaze leser qise řoyşit:

-lêrewe řast biřoy, her biřoy, le kołanêkî tengebera egeyte małêkî hejaroçke. yekêk le pencerekanî kirawetewe. lewdîwî ew pencereyewe jinêkim çaw lêye, be dyar mêzêkewe danîştuwe, demuçawî řeqełe û jakawe. destekanî ewende nûkederzîyan pêya çeqîwe zibir bûn û sûr hełgeřawin. em hejare dirûmankere. xerîke gułexemane beser fistanî gurûna da’edûrê, bo kenîzekî şerefî herecwanî şajin, ke le ahengî emcarey koşka leberî kat... le sûçêkî jûrekewe kuře biçkolanekey leser nwênî nasaẍî kewtuwe. bedem tayekî zor germewe bo pirteqał egrî. daykîşî hîç guman naba bîdatê le awî çem bewlawe. kuřeş bedem giřî tawe her ekřûzêtewe. peřesêlke! ho peřesêlke biçkolane! were peřesêlkey çak be yaqûtî miştûy şîrekemî bo derbêne, boy bere... min xom pêm çeqîwe le tepłekî mîleke, mawey bizûtnim nîye.

peřesêlke witî:

-min le kwê emperjê? wa lewê, le mîsir, çawenwařîm eken. hemû hawřêkanim êsta geyştûnewe mîsir, xerîkin beser nîlda meydanî fiřîn enênewe; bedyar gułe (lotis)ewe exwênin. nextêkî tir lenaw gumezî fîr’ewnî gewreda xewyan lê ekewê. fîr’ewn xoyşî lewêye; lenaw termêkî nexşînî řazaweda. sertapay leşî pêçrawe le ketanêkî zerd. be dawwidermanî hezar çeşne leşî momya kirawe. milwênkeyekî berdî giranbehay sewzî kałî le milaye. destekanî le kifin hatûne der, ełêy gełay wişk hełhatûy dirextin.

şazade dûbare řûy lê nayewe:

-ho peřesêlke! peřesêlke biçkolane! taqe yek şew lay min gil naxoytewe, em řaberîyem bo bikey? kuřeke êcgar tînûyetî,daykeş ta biłêy peroş û mandû!

peřesêlke wełamî dayewe:

-baweř nakem min çarey minałim bwê! hawînî řabirdû, ke le gwê çem ejyam, dû minałî çepxunî lê bû. kuřî aşewaneke bûn, řoj ta êwarê berdefřikêyan lê girtibûmewe. dyare, xo neyan’etwanî peřêkim lê lar bikenewe! êmemanan ke peřesêlkeyn, baş ezanîn le katî pêwîsta hełfiřîn û xoman dûrxeynewe. betaybetî min le xêzanêkim be wiryayî û çalakî nawî derkirduwe. legeł eweş leberim giran bû çunke bonî sûk pyařwanînî lê ehat.

bełam şazadey bextyar ewende kiz û xemgîn dyar bû, peřesêlke diłî pêy sûta, witî:

-egerçî êre zor sardîşe, bełam qîrusya, taqe şewêk lat emênmewe, em řaberîyet bo ekem.

şazade witî:

-supast ekem, peřesêlke biçkolane!

bem core peřesêlke yaqûte gewrekey le miştûy şîreke derhêna û girtî be denûkyewe, beser serbanekanî şara destî kird be fiřîn.

beser burcî kiłêsada têpeřî ke peykerî firîştey sipîy zorî pêwe bû.

beser koşkî şada têpeřî, dengî aheng û semakirdinî bîst.

kiçêkî cwan legeł dezgîranekey hatne derewe bo naw şanşîneke. dezgîraneke řûy kirde kiçe witî:

estêrekan çen karîger ecrîwênin! hêzî diłdarîş hêzêkî çen karîgere!

ewey kiçe le wełama witî eme bû:

-hîwam heye cile tazekanim bo ahengî em care pê bigen. řamisparduwe nexşêkî gułexemane le fistanekem biçnin. bełam ax, le dest em jine dirûmankerane, ewende sist û tewezeln.

peřesêlke beser zêda têpeřî. cûleke pîrekanî dî be gij yeka eçûn; be terazûy mis pareyan ekêşa...

le paş emane hemû, geyşte małe hejaroçkeke. çawêkî pya gêřa: kuřeke bedem tawe etlayewe. jinekeş bedyar manûyetî û kwêrewerîyewe xew birdibûyewe. peřesêlke xoy kird be jûra û, gewherekey leser mêzeke, le tenîşt emustîley dirûmanî jinekewe, dana. emca nermêk, be dewrupşitî cêgay kuřekeda, destî kird be fiřîn; be bałe biçkolekanî demuçawî baweşên ekird. kuřeke leber xoyewe witî: «hest be fênkîyekî zor ekem; ebê tayeke berî dabim!» emey wit û kewte wenewzêkî şîrîn.

lepaşa peřesêlke geřayewe bo lay şazadey bextyar; çîy kirdibû

boy gêřayewe. le paşana witî:

-zor semereye! hewa heta biłêy sarde, keçî hest be germayekî tewaw ekem le leşma.

şazade witî:

-ewe çunke kirdewey cwanit kirduwe!

îtir peřesêlke destî kird be lêkdanewe û, lepiř, xewî lê kewt. lêkdanewe hemîşe xewałûy ekird!

ke řoj buwewe fiřî bo ser zê, lewê destî kird be mele kirdin. mamostay pispořî bałdarnasî leser pirdekewe tê’epeřî. legeł çawî be peřesêlke kewt witî:

-ḧey lem semereye! peřesêlke û zistan?...

bepele çû witarêkî dirêjî leser em babete řeş kirdewe. kes nema neyxiwênêtewe. ewende wişey řeq řeqî bêganey tya bû, kes têy negeyşit...

peřesêlke leber xoyewe eyut: «îmşew eçim bo mîsir!»

be hoy em nyazeyewe řûnakîyekî zorî le diła bû. ew řoje serî le hemû cêga geştekanî naw şar da. tawêkî dirêj beser lûtkey qulley kiłêsawe nîştewe. be her layeka eçû, çolekekan eyancirîwan: «eme bêganeyekî çen maqûłe!» ewîş be bîstinî em qisane demaxêkî berzî peyda ekird.

ke mang berz buwewe le aso, geřayewe bo lay şazadey bextyar,

pêy wit:

-hîç řaspêrît nîye bo mîsir? ewa êsta řê ekewm!

şazade witî:

-ho peřesêlke, peřesêlke biçkolane! tenya yek şewî tir namênêtewe?

peřesêlke wełamî dayewe:

-le mîsir çawenwařîm eken. sibeynê hawřêkanim eçin bo tavgey duwem. lewê espî awî lenaw zelî gwê çema řakşawe. lewberîşewe peykerî memnûn beser taşeberdêkî gewrewe řawestawe, be dirêjîy şew sirinc le estêrekan eda. herçen estêrey řoj hełdê, nałeyekî şadmanî le peyker berz ebêtewe, îtir dûbare bêdengî day’egrê... le nîweřoyana şêre zerdekan da’epeřne gwê çem bo aw xwardinewe. çawyan ełêy gewherî sewzî gewreye. nirkeyan tenanet le nirkey tavgeş beriztire.

şazade dûbare witî:

-ho peřesêlke, peřesêlke biçkolane! ha... ha... lewpeřî şarewe, nûserêkî law ebînim le jûrî serbanî otêlêka. serî şoř kirdotewe beser mêzêka ke piře le kaẍez. le perdaxêka çepkêk wenewşey sîsî lay xoya danawe. qijekanî kałe û beser yeka lûlyan xwarduwe. lêwî wekû denkî henar ałe. çawekanî gewre û xeyałdaranen, xerîke çîrokêkî temaşa dabnê bo mudîrî tyatro.

kird û koşî eweyetî zû tewawî kat. bełam zorî sermaye; le wizeya nemawe îtir le nûsîn biřwa. agirdanekey sardusře wek demî mirdû! ewendeş nawiskî xałîye xerîke le birsana bibûrêtewe.

peřesêlke le řûy řastîyewe xawendî diłêkî baş bû, witî:

-çiş... şewêkî tirîşt bedyarewe da’enîşim! ełêy çî, yaqûtêkî tirîş bibem bo ew nûsere lawe?

şazade witî:

-daxekem yaqûtî tir guman nabem! ewey min mawme le darayî dinyada, em dû çaweye ke le pîrozey nayab dirust kirawin. hezar sałêk lemewpêş le hindistanewe hênrawin. yekêkyan derbêne boy bere. etwanê bîfroşê be gewherfiroş, bem çeşne agirudû bo xoy pêkewe binê û, leser nûsînî çîrokekey biřwa.

peřesêlke beperoşî witî:

-şazadey nazdar! eme be min nakirê...

îtir xoy pê negîra destî kird be giryan!

şazade witî:

-ho peřesêlke, peřesêlke biçkolane! min çît pê ełêm be gwêm bike!

peřesêlke naçar bû çawî şazadey bextyarî hełkołî û berew aqarî jûrî nûsere laweke bałî girtewe. zor asan bû bo

peřesêlke xoy bigeyenête naw jûreke, çunke binmîçeke konêkî gewrey tya bû. ke xoy pya kird û lenaw jûrekeda destî kird be çerxe, kuřeke serî nabuwe naw herdû destî, hîç agay le fiřefřî bałekanî nebû.

katê serî hełbiřî, temaşay kird pîrozeyekî nayab lay wenewşe sîsekewe danrawe, le xoşîyana qîjanî witî:

-ay... eweta, nirxî nûsînewekanim derkewt! xwa ezanê eme dyarîy kam pesendigerî gewreme!... îtir etwanim be asanî nûsînekem tewaw kem.

îtir nûserî law betewawî şadman dyar bû!

řojî dwayî peřesêlke bałî girtewe, çû bo benderî şareke, beser popey dîrekî keştîyekî gewrewe nîştewe. destî kird be temaşakirdinî keştîwanekan ke xerîk bûn sindûqî gewre gewreyan be gurîs le ’emar ekêşaye derewe, herçen sindûqêk ser’ekewt bangewazî «belem bênin!» berz ebuwewe.

peřesêlke qîřanî «xerîkim biçim bo mîsir!» bełam kes gwêy nedaye. lepaşana mang hełhat, ewîş geřayewe bo lay şazadey bextyar witî:

-hatûm maławayît lê bixiwazim!

şazade le wełamya witî:

-ho peřesêlke, peřesêlke biçkolane! taqe şewêkî tirim la bend

nabî?

peřesêlke witî:

-ewa zistan hat. befir û serma haka peyda bû. le mîsir, hetawî ser darxurmay sewz germuguře. tîmsaḧekanîş lenaw lima lêy řakşawin, temeł temeł temaşay dewrupşitî xoyan eken. hawřêkanim êsta le gumezekey be’lebek hêlaney xoyanyan dirust kirduwe. kotrî sûr û sipî sirnicyan lê eden û beser yektira ḧaqû ekêşin... şazadey xoşewîst! hîç çarem nîye ebê becêt bêłim. bełam ewe bizane hergîz le bîrim naçî. em behareş,ke geřamewe, bełên bê dû gewherî nayabit bo bênim, lebatî ew duwaney ke bexşîwtin. yaqûtekeyan ebê le gułebaxî ał ałtir bê, pîrozekeş ebê ewendey deryay gewre şîn bê...

şazadey bextyar witî:

-biřwane! lew meydaney lay xwarewe kiçe biçkolaneyekî şiqartefroş westawe. şiqartekanî le dest kewtote naw cogey aweke, hemû becarêk xirap bûn. eger şiqarte, yan diraw nebatewe bo małewe bawkî eşkencey eka. eweta le tirsana heniske henisk egrî. hejare, gorewî û pêławî le pêda nîye. ser û qije biçkolanekeşî řûte. were, çawekey tirîşim hełkołe boy bere ba bawkî darkarîy neka!

peřesêlke witî:

-başe, şewêkî tirîş emênmewe lat. bełam be min nakirê çawekey tirit hełkołim. xo êcgarî le bînayî ekewî!

şazade witî:

-ho peřesêlke çawekey tirî şazadey hełkołî û, pîroze be denûkewe, ser berew xwar boy kişa. ke geyşte kiçe, le ’astî serî dahatewe û, pîrozey berdayewe naw berî mistî. kiçe le xoşîyana qirîwey lê berz buwewe: «a...y, mûrûyekî çen cwankîlaneye!» be xoşî xoşî heta naw dergay małewe řay kird. dwayî peřesêlke geřayewe bo lay şazadey bextyar. řûy tê kird pêy wit:

-xo to êsta bêçaw kewtûy, ke wa bû îtir min bibřay bibiř natwanim be cêt bêłim!

şazadey hejar witî:

-ne’, ne’, peřesêlke! pêwîste newestî, biçîtewe bo mîsir!

peřesêlke witî:

-bêsûde... heta mirdin legełtim!...

îtir le berpêy şazadeda hełnîşt û xewî lê kewt.

be dirêjîy řojî dwayî beser şanî şazadewe nîştewe, sergiruştey ew wiłate semeraney bo gêřayewe ke le geşte zorekanya dîbûnî:

basî qetare qułingî bo gêřayewe, ke be řîzî dirêj dirêj, le gwê çemî nîl westawin, masîy şîlanyan be denûkeweye.

basî ebulhewl (bawetirse): ke ’umrî ewendey ’umrî dinya xoy dirêje... ke lenaw byabanêkî kakî be kakîda ejî... ke herçî zanistî dinya heye le singyayetî.

basî ew bazirganane ke leserxo, letenîşt ḧuştirekanyanewe eřon û tesbîḧî karebayan be destewe girtuwe.

basî şay şaxekanî mangîş, ke řengî pêstî wekû abnûs řeşe; lebatî xwa ejdîhayekî sewz eperestê, ke lenaw qiřołî darxurmada pepkey xwarduwe û, dwanze pîr hemîşe xerîkin kulîçey hengawînawî eken be demya.

basî ew bistebałayaneş, ke beser gełay pan panewe le gomêkî gewre epeřnewe; hemîşe le ceng û neberdan legeł leşkirî pepûle...

şazade pêy wit:

- peřesêlke biçkolaney xoşewîst! řaste, to basî karîgerm bo egêřîtewe, bełam le řûy zewîda le hemû şit karîgertir damawîy ademîzade. kam negbetî heye bigate hejarî? êsta emewê biçî, beser şarekema bisûřêytewe, herçît berçaw kewt, bêyt bom bigêřîtewe.

peřesêlke kewte sûřanewe beser şarda. destełatdarî dî le koşke cwanekana ahengyan egêřa, lat û hejarekanîş leber derwaze gewrekan hełtûtabûn. be kûçe tarîkekana geřa, minałanî birsîy çaw pê kewt, řengyan zerd hełgeřabû, lawaz lawazêk bo kołane řeşekeyan eřwanî. lejêr kemerêkî bin wişkî pirdekeda dû minałî biçûkî dî, le baweşî yektirîda řakşabûn, xoş xoş xoyan be yektirewe enûsan bełkû nextêk germyan bêtewe; sereřay ew ḧałeş be yektiryan ewt: «bexwa min zorim birsîye!». çerxeçîy geřekîş lewlawe eyanqîřan beseryana: «lewê menûn, qedeẍeye!». minałe hejarekan bem core naçar ebûn, bew şestûřehêłey barane, hełsin û řaken, benaw kołane tarîkekana tefrutûna bibin!

peřesêlke geřayewe bo lay şazade, çîy dîbû, hemûy bo gêřayewe. şazade witî:

-wekû ebînî zêřêkî başim le leş gîrawe. pêwîste geła geła bîkeytewe, bîbey bo hejarekanim! gyanleberekan wa ezanin pyaw be ałtûn bextyar ebê!...

bem çeşne peřesêlke geła lepaş geła ałtûnî le leşî şazade kirdewe, birdî bo hejaranî şar. minałekan hemû serkułmyan ał hełgeřa. le kołanekana destyan kird be yarî kirdin û pêkenîn. hendêkyan eyanqirîwan eyanut: «oxey! oxey! nanman heye.»

lepaş çen řojêk befir hêrşî hêna, lepaş befrîş bestełk destî pê kird. kołanekan etut sertapa le zîw gîrawin, birîsk û huř edrewşanewe. çilûre wekû xencerî bilûr be pasarekana hatbuwe xwarê. xełqî hemû le twêy cilî kurka hatuçoyan ekird. minałe wirdike kiławborkey sûryan leser kirdibû, beser sehoła xoxlîskêneyan ekird.

peřesêlke hejare biçkole, heta ehat serma kesîrey ekird. bełam hergîz be bîrya nedehat şazade becê bêłê; ewende le qûłayî diłewe gîrodey bûbû. carcar eçû, leber dûkanî nanewa, pirzołe hewîrî eçnîyewe qinyatî pê ekird. ewîş le katêka, baştir bergey sermawsołe bigrê, heta eytiwanî bałe biçûkekanî bo ber sing şoř ekirdewe.

le paşana lêy aşkira bû ke îtir çare nemawe ebê bimrê. ewende guř tya mabû xoy bigeyenêtewe lay şazade. çû, beser şanyewe nîştewe. be nûzeyekî bêhêz witî:

-xwat legeł, şazadey nazdar! destûr heye destekanit maç kem?

şazade witî:

-şadmanim, ke ebînim eçîtewe bo mîsir, peřesêlke biçkolane. lêre êcgar direngit beser hat. bełam ebê lêwim maç bikey, çunke to xoşewîstî tewawmî!

peřesêlke witî:

-ew şwêney boy eçim mîsir nîye, eçim małî merg! merg biragewrey xew nîye, beřast?...

emca denûkî bird lêwî şazadey maç kird... îtir gyanî derçû le ber pêya kewt!

le heman kata qirçeyekîş le derûnî peyker hełsa; wek şitêkî řeq bişkê. řastîyekeş ewe bû diłe quřquşmînekey le naweřasta bûbû be dû kertewe. pîre bestełek ewende sext û karîger bû.

bo sibeynê zû, serekî şarewanî legeł endamekanî meclîsî şarewanî be şeqamekana egeřa, ke geyşte binkî peykereke serêkî hełbiřî temaşay peykerî kird. leber xoyewe be demya hat:

-pena be xwa! şazadey bextyar êskî çen giran buwe!...

endamekan, ke pîşey berudwayan be gerdina kêşan bû bo fermayştî serek, hemû becarêk wityan:

-beřastî êskî girane!

dway ewe seryan hełbiřî û temaşay peykerekeyan kird. serokî şarrewanî leser qise řoyşit:

-yaqûtî şîrekey kewtuwe, her dû çawî derhatuwe, leşî êsta zeřkefit nîye. be astem le geday małewmałgeř poştetre.

endamekan hemû becarêk wityan:

-bełê, bełê! be astem le geday małewmałgeř poştetre!...

serok dûbare destî kirdewe be qise:

-emeş bałdarêkî mirdarewebuwe le berpêya. ême pêwîste biřyarêk biławbikeynewe: bałdar nabê lem şwêneda bimrê!.

nûserî meclîsî şarewanî gurc emey lay xoy not kird. dway ewe peykerî şazadey bextyarîş hełgîra. pirofîsorî hunerî cwan le camî’e witî:

-madam cwanîy tya nemawe kełkîşî pêwe nemawe!

emca hênayan peykerekeyan xiste botewe. serokî şar komełêkî gewrey kokirdewe ke biřyar biden me’denî em peykere çîy lê bikirê. be komełekey wit:

-xo dyare, ebê lem me’dene peykerêkî tir dirust bikeynewe. ke wa bê, eger hemûtan latan başe ba biřya bideyn bikirêtewe be peyker bo... min!

endamekan her kese le ’astî xoy witî:

-bo min! bo min!

îtir lenaw xoyan lêyan bû be demqał. heta ew dwa qisey min lêm bîstin demqał hêşta le geřa bû be germî.

serkarî kirêkarekanî kargayş eyut:

-eme şitêkî çen semereye? diłe quřquşme şikaweke le boteda

natwêtewe. çîy lê bikeyn? çare nîye ebê fiřêy deyn!

bem çeşne diłî şazadey bextyar fiřê diraye ew serenwêlke, ke laşey peřesêlkekey lê kewtibû.

xway gewre fermanî da be firîşteyek witî:

-biço, benaw ew şareda bigeřê dû şitî here benirxim bo bidozewe, bom bêne:

firîşte diłe quřquşmeke û laşey peřesêlkekey hêna.

xway gewre be firîştey fermû:

-dest xoş! çakit hełbijard. peřesêlkeke pêwîste awazey xwêndinî hergîz le baẍçey beheşt nebřê. cêgay şazadey bextyarîş naweřastî koşke ałtûnekanî beheşte; lewê hîç xemî le ber nebê,her şad bê û sipasî kirdigay xoy bikat!