milwankeyêkî le hełbestî cwan

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  630 Dîtin
milwankeyêkî le hełbestî cwan
boy dehonmewe wêney mirwarî
be kêşan sûk bê, be nirx giran
pêşkeşî dekem be nawî dyarî!
ke kirdye milî gerdaney huner
wek le’lî sûre, şîn wek pîroze
zor benirxtir, le daney gewher
ewe cejnaney cejnî newroze
***