meteł ḧewt pîtî kird be nîşane

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  861 Dîtin
meteł ḧewt pîtî kird be nîşane
nawî şarêke le kurdistane
pîtî pênc û ḧewt, be sûk û asan
karêke û bwîte pîşey nakesan
çwar û şeş û yek, dû û ḧefit hemû
řojêkî xoşe le lay min û tu
ḧewt û sê û yek be bê bîr kirdin
deşê bo çake û xirape kirdin!
yek û sê û ḧewt be pêçewane,
aşkiray nekey karêkî cwane
pênc û şeş û yek, dû bête banî
be kesêk dełên dijî însanî
pênc û yek û sê legeł şeşemîn
hemû kes hewłî bo eda le jîn
yek û sê û dû xoşe be swarî
eger bîzanî bot dênim be dyarî
wełam: «řwanduz»