zahîd were naw bezmî ḧerîfanî xerabat

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1175 Dîtin
zahîd were naw bezmî ḧerîfanî xerabat
lade le řya û serzenşî qoř û xerafat
yek cur’e binoşe le meyî bê ẍeş û gułřeng
esłen meke to bew piřupûçane mubalat
bîstûme we ya dîwme le guftarî edîban
bo xwardinî yek qetre dûsed core mukafat
ḧukmî ezelî çunke nîye qabîlî teẍîyr
bo çî min etirsim le ceza û řojî ḧîsabat
mayl ne be ḧûr û ne be ẍîlmanî beheştim
ger bêt û bikem min legeł ew şoxe mulaqat
eḧmedNasnava edebî diłî bêzare le etwarî řyakar
saqî qedeḧî têke be aheng û meqamat